Êrîs birin ser wezareta karên hundir

30 gulan 2018 23:08
Êrîs birin ser wezareta karên hundir

PeyamaKurd- Li Afxanistanê li payîtext Kabîlê êrîş birin ser wezareta karên hundir û di encamê de polîsekî mir û 5 polîs jî birîndar bû.

Berdevkê wezareta Karên hundir yê Afxanistanê Nacib Daniş ragihand ku ji 10 kesan 3 kes bombeya ser deriyê avahiya wezaretê teqandin û 7 kesên din ketin hundirê avahiyê. Şer û pevçûn derket û di encamê de êrîşker hemû hatin kuştin.

Heya niha ti kesekî an rêxistinekî êrîşê nexistiye aliyê xwe.