Erebistana Siûdî: 8 dron hatin têkşikandin
Erebistana Siûdî ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî êrîşên droneyan ên ku welat hedef digirtin, hatin têkşikandin.
RûpelNews - Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku bi tevahî heşt balafirên bêmirov (İHA) yên ku welêt hedef digirtin hatine bêbandorkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pergalên parastina hewayî du ji UAVan li herêma rojhilat û pênc jî li herêma El-Xercê xistine xwarê.
Her wiha rayedaran ragihandin ku hewldanek êrîşa UAVan li ser Taxa Dîplomatîk a li Riyadê, ku gelek balyozxane lê ne, jî hatiye pûçkirin.
Şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de
Di 28ê Sibatê de di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de şer dest pê kir.
Di bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, Îranê êrîşî hedefên ku destnîşan kiribûn kir, di nav wan de Îsraîl û çend welatên herêmê yên ku baregehên Amerîkî lê ne, wek Qeter, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Behrêyn û Herêma Kurdistanê.
Hat îdîakirin ku di êrîşan de gelek berpirsên payebilind, di nav de rêberê Îranê Elî Xamineyî jî, jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên ku ji aliyê berpirsên Îranî ve hatine dayîn, hejmara kesên ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin ji 1348 kesan derbas bûye, di heman demê de hejmara birîndaran ji 17,000 kesan derbas bûye.
