Erebistana Si’ûdiyê dev ji kirîna balafirên Boeingan berda

09 tîrmeh 2019 01:09
Erebistana Si’ûdiyê dev ji kirîna balafirên Boeingan berda

PeyamaKurd- Şîrketa Erebistana Si’ûdiyê ya rêyên hewayî ya bi navê Flyadeal ê, sala borî bi fabrîqa Boeingê re peyman girêdabû ku ji wan balafirên rêwiyan bikirin û peymana pêş îmzekiribûn. Lê piştî ku Boeing B737 Max sala borî du cara ketin û di qezayan de bi sedan kes mirin, Erebistan biryara xwe guhert û di şûna wan de balafirên hemdemên wan yên bi navê Airbus A320 an dê bikire.

Li gor ragihandina şîrketa Erebistanê; bi şîrketa Airbusê re lihev kirine ku 30 heb balafirên rêwiyan yên tîpa Neo A320 bikirin û peymanê îmze kirine. Ji bilî 30 balafiran îlawe bo 20 balafirên dinan jî opsiyon danîne û biryar ew e ku temamê filoya xwe ji Airbusê pêkbînin.

Erebistan di sala borî de, bo 30 heb balafirên B737 Max bi şîrketa Amerîkayê re lihev kiribûn ku bihayê wan dike 5,9 mîlyar dolar.

Tenha di 2 qezayên B737 Max an de, dema balafira ewilî di navbera Adis Ababa ya Etiyopyayê û Naibobiya Kenyayê de sefer dikir ketibû û 157 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Qeza dinê ya balafira Endonesayayê bû ku ji Cakartayê rabû û demeke di şûn de ketibû û tê de 189 rêwî miribûn.Ev her dû qeza bûbûn sedem ku Boeing hilberîna B737 Max an rawestîne.