Erdogan li ser pêvajoyê axivî: Em baş diçin; em ê lezê bikin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ku diyar kir armanca wan çareserkirina mayînde ya pirsgirêkeke nîv sedsalî ye, ragihand ku di pêvajoyê de pêşketineke berbiçav çêbûye û di serdema pêş de dê lezê bidin xebatên xwe.
RûpelNews - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Edîrneyê beşdarî "Merasîma Ji Nû ve Vekirina Mizgefta Selîmiyê ji bo Îbadetê" bû.
Erdogan, ku kêfxweşiya xwe ji bo ji nû ve vekirina Mizgefta Selîmiyê ji bo îbadetê piştî temamkirina karên wê yên nûjenkirinê anî ziman, tekezî li ser girîngiya vegerandina vê abîdeyê ji bo bajêr kir.
"Em ê lezê zêde bikin"
Di axaftina xwe de, Erdogan her wiha behsa "Pêvajoya Çareseriya Nû" kir û diyar kir ku ew ji bo pirsgirêkeke ku nîv sedsal e berdewam dike, ji bo çareseriyeke mayînde dixebitin.
Erdogan got, "Me heta niha ber bi vê armancê ve pêşketinên girîng bi dest xistine. Bi xêra Xwedê, em ê leza xwe hinekî din zêde bikin."
Behsa 'Sedsala Tirkiyeyê' kir
Serokomar Erdogan tekez kir ku armanca wan a sereke avakirina 'Sedsala Tirkiyeyê' ye û wiha got, "Xema me tenê yek e: aştî û ewlehiya 86 milyon mirovan. Armanca me tenê yek e: avakirina Sedsala Tirkiyeyê. Xeyala me tenê yek e: ku em bibin hêjayî duayên neteweya xwe."
