Erdogan wezîrê karên derve yê dewleta Misrê Semih Sukrî qebûl kir

21 nîsan 2024 00:53
Erdogan wezîrê karên derve yê dewleta Misrê Semih Sukrî qebûl kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, wezîrê karên derve yê dewleta Misrê Semih Şukrî li Îstenbolê li Dolmabahçe di baregeha xwe de qebûl kir. Di hevdîtinê de têkiliyên bi Misrê re, êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê, mijarên herêmê û navdewletî babetên wan bûn.

Erdoğan got ku divê asta rageşiya navbera Îsraîl-Îranê kêm bibe û ji bo zilma ser Xezzayê bi dawî bibe, divê dewletên Îslamî bi hevre bixebitin.

Hevdîtina her dû lîderan ket pey hevdîtina Erdoğan ya bi  Hamasê re lê di mijarê de ti agahî nehat dayîn bê wê Misir di navbera Hamas û Îsraîlê de roleka çawa bigre ser xwe.

Di hevdîtinê de Hakan Fidan, İbrahim Kalın, Fahrettin Altun û balyoz Akif Çağatay amade bûn.