Erdogan: Wê 15 hezar mamoste bên tayînkirin

09 îlon 2021 01:40
Erdogan: Wê 15 hezar mamoste bên tayînkirin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di ser hesabê xwe yê medya civakî de mizgîna tayîna 15 hezar mamosteyan da. Erdoğan weha got:

“Ez dixwazim ji bo temamê civaka perwerdê û mamosteyan mizgînekî bidim. Em ji bo dahatûya Tirkiyê veberhênana xwe dewam dikin. Ji bo zarokên me perwerdeyekî baş bistînin, em ê 15 hezar mamosteyên din tayîn bikin. Li ser xêrê be.”

Di 3 yê êlûnê de 20 hezar mamosteyên bi peyman hatibûn tayînkirin.