Erdogan û Pûtîn li ser encamên civîna Stenbolê ya sandên Ukrayna-Rûsyayê axivîn
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn di pêwendiyeke telefonî de, li ser civîna şandên Ukrayna û Rûsyayê yên gotûbêjên aştiyê axivîn.
Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê ragihand ku di pêwendiya telefonî de, Erdogan û Pûtîn derbarê civîna şandên mizakereyan ên Ukrayna û Rûsyayê ku roja sêşemê li Stenbolê hatibû lidarxistin, axivîne.
Erdogan gotiye, civîna Stenbolê ya şandên herdu aliyan baş derbas bûye û vê yekê jî hêvîyên bo aştiyê zêde kirine.
Li gorî daxuyaniyê Pûtîn ji bo sazkirina civîna Stenbolê spasiya Erdogan kiriye û Erdogan diyar kiriye ku ew dixwazin ji bo pêşxistina hewldanên aştiyê Pûtîn û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky werînin ba hev.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin