Erdogan û Pezeşkiyan hevdîtinek pêk anîn
Erdogan di pêwendiya xwe ya telefonê de bi Pezeşkiyan re diyar kir ku ew ê ji bo encameke erênî ya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de her cure piştgirîyê bidin.
RûpelNews - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re axivî.
Li gorî daxuyaniyek li ser hesabê medyaya civakî ya Rêveberiya Ragihandinê ya Serokkomariyê, di pêwendiya telefonê de têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Îranê de, her wiha geşedanên herêmî û cîhanî hatine nîqaşkirin.
Erdogan diyar kir ku ji ber pevçûnên li herêmê cejna Qurbanê bi dilekî giran tê pîrozkirin û baweriya xwe anî ziman ku gelê Îranê dê ji vê serdema dijwar derbas bibe û aştiyê bi dest bixe.
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye ji bo misogerkirina aştî û aramiyê bi welatên bira re dixebite û got ku ew ê ji bo encameke erênî ya danûstandinan her cure piştgirîyê bidin.
Erdogan di pêwendiya telefonê de Cejna Qurbanê li Pezeşkiyan pîroz kir.
