Erdogan plana operasyona leskerî eskere kir: Hedef Minbiç û Til Rifat e!
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan, îro 1ê Hezîranê di civîna koma partiya xwe de, derbarê operasyona çavlêkirî ya ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan.
Erdogan plana operasyonê eşkere kir û got: “Em derbasî qonaxeke nû ya biryara xwe ya avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dibin. Em ê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin. Piştre jî em ê qonax bi qonax li deverên din jî heman tiştî bikin.”
Li ser mijara endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê jî Erdogan diyar kir: “Me derbarê endambûna herdu welatan bo NATOyê de, ji ber piştevaniya wan a ji bo rêxistina terorê PKKê û saziyên girêdayî wê, bi awayekî eşkere û bilez ragihand ku em li dijî endambûna wan in.”
Serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe de, bal kişand ser ku NATO rêxistineke ewlekariyê ye û diyar kir: “Li Swêd, Fînlanda, Almanya, Fransa û Holanda, polîs wan diparêze. Ew jî bi posterên serokê rêxistina terorîstî xwepêşandana xwe dikin. Li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê konan vedidin û pere kom dikin. Tevî hemû van tiştan em çawa bibêjin kerem bikin bibin endamê NATOyê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin