Erdogan pistî 5 salan yekem car serdana Erebistana Siûdî dike

26 nîsan 2022 21:33
Erdogan pistî 5 salan yekem car serdana Erebistana Siûdî dike

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja Pêncşemê serdaneke fermî bo Erebistana Siûdî dike ku di 5 salên dawî de yekem car e serdaneke fermî bo wî welatî dike ku ji ber bûyera kuştina Cemal Qaşikçî û siyaseta Sûriye û Rojhilata Navîn navbera wan nexweş bû.

Li gorî ragihandina ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên taybet, biryar e roja Pêncşemê 28ê Nîsana 2022yan Serokomarê Tikriye serdana Erebistana Erebistana Suidî û ji aliyê Welîehdê Qralê Siûdî Mihemed bin Selman ve were pêşwazîkirin.

Tirkiye ev demek e hewl dide pêwendiyên xwe bi Erebistana Siudî ji nû ve xweş bike û bi vê mebestê doza kuştina Cemal Qaşikçî jî li dadgehên Siûdî vegerandibû.

Rayedarekî payebilind li ser serdanê gotiye: "Tê plankirin ku Erdogan roja pêncşemê biçe Erebîstana Siûdî. Di vî warî de amadekarî hene. Piştî şevekê dimîne, dê serdana çend welatên Afrîkaya Başûr bike."

Li gorî zanyariyan wê di civînên Erdogan yên ligel berpirsên Erebistana Siûdî de, di serî de mijarên aborî, sermayeguzarî, mijarên herêmî, çareserkirina pirsgirêkan û hin mijarên din werin gotûbêjkirin.