Erdogan: Pirsgirêka Kurd, hatiye çareserkirin!

05 cotmeh 2022 19:31
Erdogan: Pirsgirêka Kurd, hatiye çareserkirin!

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, îro di civîna heftane ya fraksiyona Ak Partiyê de axivî û di axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd hatiye çareserkirin.

Recep Tayip Erdogan, li Parlamentoya Tirkiyeyê di kombûna heftane ya fraksiyonê de axivî û bal kişand ser Pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê. Erdogan  got,

“Me xwe ji Pirsgirêka Kurd a ku wekî kirasê dînan li welatê me hatibû kirin, tevî dijberiya CHPê rizgar kir.

Tu pirsgirêkeke me ya bi navê Pirsgirêka Kurd tuneye. Niha di kabîneya min de 2 Kurd hene. Tu xemeke me ya bi vî rengî tuneye.”

Serokomarê Tirkiyeyê, beriya niha di navbera 20 û 26ê Îlonê de jî dema ji bo Civîna Civata Giştî ya 77emîn a Netewên Yekbûyî li New Yorkê bû, di bernameyeke televîzyonê ya Amerîkî de jî gotibû ku

“Heger hûn bûyerê wekî pirsgirêka Kurd û Tirkan binirxînin, hûn ê xelet bin. Bûyer ne pirsgirêka Kurd û Tirkan e. Bûyer bi tevahî mijara kesên terorîst û kesên ne terorîst e.”