Erdogan, parêzgarên 57 bajaran guherandin

10 tebax 2023 17:30
Erdogan, parêzgarên 57 bajaran guherandin

PeyamaKurd- Di rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, bi biryarnameyekê 73 kesan, li 57 parêzgehan parêzgar tayîn kirine.

Hat diyarkirin ku bi Biryarnameya Parêzgariyê re parêzgarên 57 parêzgehan hatin guherandin, parêzgarên 16 parêzgehan jî wekî "parêzgar-serok mufetîşê mal û milk" hatin tayînkirin.

Navên kesên ku hatin guherandin, bi vî awayî hatin parvekirin:

İlker Gunduzoz, İnci Sezer Becel, Abdullah Ayaz, Salih Ayhan, Çetin Oktay Kaldirim, Ali Arslantaş, Tuncay Sonel, Ali Fuat Atik, Mustafa Tutulmaz, Fuat Gurel, Osman Bilgin, Oktay Çagatay, Kadir Ekinci, Huseyin Oner, Kamuran Taşbilek ve Cuneyt Epcim wekî parêzgar-mulkiye yê mufetîşê giştî hatin erkdarkirin.

Bi biryarnameyê jî Yavuz Selim Koşger ji bo Edeneyê, Mustafa Koç ji bo Agiriyê, Mehmet Ali Kumbuzoglu ji bo Aksarayê, Yilmaz Doruk ji bo Amasyayê, Hulusi Şahin ji bo Antalyayê, Hayrettin Çiçek ji bo Erdexanê, Cengiz Unsal ji bo Artvinê, Yakup Canbolat ji bo Aydinê, İsmail Ustaoglu ji bo Balikesirê, Mustafa Eldivan ji bo Bayburtê, Şefik Aygol ji bo Bilecikê, Ahmet Hamdi Usta ji bo Bingolê, Erol Karaomeroglu ji bo Bedlîsê, Turker Oksuz ji bo Burdurê, Mahmut Demirtaş ji bo Bursayê, Mustafa Firat Taşolar ji bo Çankiriyê, Zulkif Dagli ji bo Çorumê, Omer Faruk Coşkun ji bo Denizliyê, Selçuk Aslan ji bo Duzceyê, Yunus Sezer ji bo Edirneyê, Hamza Aydogdu ji bo Erzincanê, Mustafa Çiftçi ji bo Erzurumê, Huseyin Aksoy ji bo Eskişehirê, Mehmet Fatih Serdengeçti ji bo Giresunê, Alper Tanrisever ji bo Gumuşhaneyê, Ali Çelik ji bo Colemêrgê, Ercan Turan ji bo Îdirê, Suleyman Elban ji bo Îzmîrê, Mukerem Unluer ji bo Mereşê, Mustafa Yavuz ji bo Karabukê, Huseyin Engin Sariîbrahim ji bo Karamanê, Ziya Polat ji bo Qersê, Meftun Dalli ji bo Kastamonuyê, Mehmet Makas ji bo Kirikkaleyê, Tahir Şahin ji bo Kilisê, Musa Işin ji bo Kutahyayayê, Ersin Yazici Malatyayê, Enver Unlu ji bo Manisayê, Tuncay Akkoyun ji bo Mêrdînê, İdris Akbiyik ji bo Muglayê, Avni Çakir ji bo Muşê, Ali Fidan ji bo Nevşehirê, Cahit Çelik Nigdeyê, Muammer Erol ji bo Orduyê, İhsan Selim Baydaşji bo Rizeyê, Yaşar Karadeniz ji bo Sakaryayê, Orhan Tavli ji bo Samsunê, Kemal Kizilkaya ji bo Sêrtê, Mustafa Ozarslan ji bo Sinopê, Hasan Şildak ji bo Rihayê, Cevdet Atay ji bo Şirnexê, Recep Soyturk ji bo Tekirdagê, Aziz Yıldırım ji bo Trabzonê, Bulent Tekbiyikoglu ji bo Dêrsimê, Hulya Kaya ji bo Yalovayê, Mehmet Ali Ozkan ji bo Yozgatê, Osman Hacibektaşoglu ji bo Zonguldakê wekî parêzgar hatin tayînkirin.