Erdogan kustina Qasim Suleymanî nirxand: Dê bêbersiv nemîne!
PeyamaKurd - Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber kuştina Fermandarê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ji aliyê Amerîkayê ve nîgeraniya xwe anî ziman û ragihand, ku dê bê bersiv nemîne.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şeva borî beşdarî weşana zindî ya televizyoneke tirkî bû û bersiva pirsên rojnamevanan da. Recep Tayyip Erdogan kuştina Qasim Suleymanî nirxand û got dê bêbersiv nemîne:
"Ji bo kêmkirina rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de heta îro me weke Tirkiyê hewlên berbiçav dane û em didin jî. Tevî hemû hewlên navneteweyî, mixabin çareseriya rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê de heta niha pêk nehatiye. Me dît ku di vê dawiyê de qeyran bi taybet ji ser Iraqê re dîsan tê geşkirin. Hilbijartina cih jî weke Iraqê watedar e. Bi taybet ku Amerîkayê ew hilbijart, li herêmê bû sedema zêdebûna rageşiyan.”
Erdogan herwiha diyar kir ku ew egera metirsiyên piştî kuştina Suleymanî ji nêzîk ve dişopînin û wiha pê de çû: “Ev kar dê li vê derê neqede, bêguman pêvajoyeke bi dûv vê dê hebe. Ez wisa difikirim ku dê kuştina fermandarekî wiha ast bilind dê bê bersiv nemîne."
Serkomarê Tirkiyê herwiha anî ziman ku ew wê şevê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump axiviye û piştî 4-5 saetan ev bûyer qewimiye û got:
"Wisa xuya dike ku êriş hatibû plankirin. Dema me bihîst em şaş man. Min bi taybet pêşniyara wê yekê lê kir ku rageşiya ligel Îranê zêde neke. Weke Tirkiyê em herdem li herêmê li dijî destêwerdana ne û me ev êrîş jî bi vê nerînê nirxand. Berî ku em bigihin qonaxekê ku hemû alî ji zirarê bibînin, li gorî min pêwîst bû ku ev rageşî têkeve bin kontrolê."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin