Erdogan: Kengê wext hat ez ê bi Esed re hevdîtin bikim

06 cotmeh 2022 23:46
Erdogan: Kengê wext hat ez ê bi Esed re hevdîtin bikim

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di çarçoveya zîrwa Pragê de bi serok û serokwezîrên 44 dewletên Awrûpa re hat cem hev. Di hevdîtinan de Nikol Paşinyan, İlham Aliyev, Macron û gelek kes hebûn. Erdoğan ragihand ku bi her awayî hevdîtinên baş kirine û ji zîrwê raziye. Lê di nav mijaran de mijara hevdîtina bi serokê Sûriyê Beşer Esed re ket rojevê. Li ser pirsa rojnamevanan Erdoğan di mijara hevdîtina bi Esed re weha got:

“Niha tişteka wisa tine. Lê ez nabêjim mumkun nîne û ji gotina ‘mumkun nîne’ hez nakim. Eger wext were dikarim bi serokê Sûriyê re biaxifim. Niha ji xwe di asta jêr de hevdîtin dewam dikin. Lê daxwaza me ku em Sûriyê ji grûbên terorê paqij bikin. Niha em xaniyên brîket çêdikin da xelkê Sûriyê zû dagere welatê xwe.

550 hezar Sûriyeyî dageriyan welatê xwe. Şerê Rûsya û Ukrayna pêngavên li herêmê bên avêtin dereng xist. Di bûyerên Sûriyê de rola Rûsya û Îranê zêdeye. Rola hêzên koalîsyonê heye. Amerîka di nav hêzên koalîsyonê de alîkraiya sîlih, muhîmmat, alav û tiştên din dide grûbên terorê. Wext were em ê vana bi Amerîkayê re biaxifin. Heya niha em negihane hedefa xwe lê em dixebitin.”