Erdogan ji Merkelê endamên PKKê xwest
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna çapemeniyê ya bi Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê ra li dar xist da got: "Bi hezaran endamên PKKya rêxistina terorê li Almanyayê ne. Ev kes li vê derê li ciyên cuda dimînin, ev jî waqieyek e."
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ra hat ba hev. Hevdîtina Erdogan û Merkelê kêmzêde saetek û 20 deqîqeyî dewam kir.
Serokkomar Erdogan bal kişand ser endamên PKKê yên li Almanyayê û wiha pê da çû: "Bi hezaran endamên PKKya rêxistina terorê li Almanyayê ne. Ev kes li vê derê li ciyên cuda dimînin, ev jî waqieyek e. Meseleya îadekirina sûcdaran ji bo hizûr û kêfxweşiya welatên me bi taybetî di mijara ewlehiyê da zehf girîng e."
Serok Erdogan pirseke li ser girtiyan wiha bersivand: "Ne heqê min heye ku sîstema hiqûqê û dadgehên Almanyayê rexne bikin, ne jî heqê we heye sîstema daraza Tirkiyeyê rexne bikin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin