Erdogan ji bo proseya aştî: Êdî dem hat
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku pêvajoya aştî ya bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hat destpêkirin êdî ketiye qonaxeke nû û dupat kir ku dema destpêkirina xebatên yasayî hat.
RûpelNews - Bi serperiştiya Serokomar Erdogan, Lijneya Biryardayîna Navendî ya AK Partî kom bû.Di kombûnê de proseya aştî wek babeteke sereke hat axaftin û gotûbêkirin
Li gor hin zanyariyan Erdogan amade kir prose bi awayeke baş berdewam dike, ji bo gavên yasayî bên avêtin êdî dem demeke guncaw e.
Di civîna AK Partî de prose bi awayeke berfireh hat nîqaşkirin. Hat ragihandin Erdogan bi biryar e ku prose biçe serî û ji bo vê dê ev prose heta bigihije armanca xwe dê bidome.
Hat diyarkirin Erdogan di civînê de ji bo ku prose biçe serî û bi awayekî mayînde bibe bal kişandiye ser girîngiya xebatên yasayî û dupat kir êdî pêwîst e gavên yasayî bên avêtin. Ev peyam di proseya aştiyê de wek qoanaxeke nû tê şîrovekirin. (Çavkanî: Rojnameya Dunya)
