Erdogan ji bo 23-24-25 û 26ê Nîsanê qedexe ragihand

20 nîsan 2020 23:40
Erdogan ji bo 23-24-25 û 26ê Nîsanê qedexe ragihand

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna kabîneya xwe daxuyanî dan û ragihand, 23, 24, 25 û 26ê Nîsanê derkevetina derve li 31 bajarên mezin ên Tirkiyê hatiye qedexekirin.

Erdogan li ser tedbîrên pêşîgirtina vîrusa koronayê û tedawiya nexweşan got ku li demeke welatên pêşketî bêçare mane, Tirkiye bêyî ti kêmaniyekê xizmetên tenduristiyê dide û da zanîn ku di vê dema belavbûna vîrusa koronayê de barekî zêde neketiye ser nexweşxaneyan.

Erdogan bal kişand ser hilberandina amûrên hilmijandinê (ventîlator) ku ji aliyê çend kompaniyên Tirkiyê ve hatiye çêkirin û got, ew dê heta dawiya Gulanê 5 hezar ventîlatoran amade bikin û herwiha bidin derve jî.

Serokomarê Tirkiyê qedexeya derketina derve jî ji roja Cejna Zarokan 23yê Nîsanê da destpêkirin û ragihand bêyî ku bandoreke zêde li ser jiyanê bibe ew plan dikin li 31 bajaran 23, 24, 25 û 26ê Nîsanê qedexeya derketina derve ragihînin.