Erdogan gefa hilwesandina rêkeftina Soçiyê xwar, lê heyetê disîne Moskowê
12 sibat 2020 19:18
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku wê heyeteke Tirkiyê ji bo mijara Idlibê serdana Moskowê bike.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro ragihandibû ku ew dê bêyî pabendbûna rêkeftina Soçiyê ya navbera Rûsya-Tirkiye li her derê li armancên rejîma Sûriyê bidin.
Piştî van daxuyaniyan bi demekê Çavuşoglu da xuyakirin ku bi mijara Idlibê heyeteke tirk diçe Rûsyayê û wiha got:
"Serokomarê me îro pêwendiyeke telefonî bi Pûtîn re pêk anî. Em hewil didin xebatên bi Rûsyayê re bidomînin û agirbestê mayînde bikin. Wê rojên dahatî ji Tirkiyê heyetek biçe Rûsyayê.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Erdogan gefa endamên Hamasê li Îsraîlê xwar
06 brf 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin