Erdogan gefa Ermenistanê xwar: Wê hesab bidin…

01 cotmeh 2020 20:09
Erdogan gefa Ermenistanê xwar: Wê hesab bidin…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di vekirina xula 27emîn a Parlamena Tirkiyê de gotarek pêşkeş kir û li ser şerê navbera Azerbaycan-Ermenistanê li Qerebaxê daxuyanî dan.

Erdogan gef li Ermenistanê xwar û got, “Ez yên piştevaniya Ermenistanê dikin hişyar dikim, wê hesab bidin.”

Erdogan piştgiriya xwe ya bi her awayî bo Azerbaycanê ragihand û got ku Azerbaycanê pêngava navika xwe bi xwe bibire avêtiye û dem dema encamê ye.

Serokomarê Tirkiyê herwiha got, “Li vê herêmê rêya aştiya mayînde vekişîna Ermenistanê ji herêmên Azerbaycanê yên dagir kiriye ye.”