Erdogan: Em terefdarên vekirina xeta petrolê ya Kurdistanê ne

13 tîrmeh 2023 00:54
Erdogan: Em terefdarên vekirina xeta petrolê ya Kurdistanê ne

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip  Erdoğan li Litvanyayê li payîtexta wê li Navenda Pêşangeh û Fûarê ya LITEXPOyê ku civîna NATOyê li hat lidarxistin, li ser pirsa petrola Herêma Kurdistanê ku di ser Tirkiyê de Îxrac bibe got:

“Pirsgirêk ne ji ber Tirkiyê ye. Pirsgirêk di navbera Kurdistan û Iraqê de ye. Kengê pirsgirêka xwe çareser bikin, em terefdarin ku petrola Kurdistanê di xeta Ceyhanê de biherike.”

Erdoğan, li ser mijara endamtiya Îsveçê ya ji bo NATOyê ku dikare di cotmehê de Îsveç bibe endam an na de got ku meclisa Tirkiyê 2 meh tatîla wê heye, gelek peymanên navdewletî hene ku meclis îmze bike û gelek mijarên din hene ku di meclisê de bên guftûgokirin. Li gor girîngiya mijaran, wê endatiya Îsveçê jî bikeve rojeva meclisê lê heya karibin wê zû çareser bikin.