Erdogan: Em ê ji 1ê Tîrmehê û sûn de qedexeya derketina derve bi tevahî rakin

22 hezîran 2021 14:59
Erdogan: Em ê ji 1ê Tîrmehê û sûn de qedexeya derketina derve bi tevahî rakin

PeyamaKurd –  Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di derbarê qedexea derketine derve piştî civîna kabîneya xwe axivî û diyar kir: “Em ê ji 1ê Tîrmehê û şûn de, qedexeya derketina derve bi tevahî rakin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Erdogan, do piştî civîna Kabîneya Serokkomariyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Civîn li Enqere pêk hat û 3 saet û nîvan berdewam kir.

Erdogan piştî civînê da anîn, di civînê de qedexeyên derketina derve yên Koronayê jî hatine gotûbêjkirin û got: “Ji 1ê Tîrmehê û şûn de, em dê bi tevahî qedexeya derketina derve rakin. Me qedexeya derbarê muzîkê de jî heta saet 24.00 diyar kir. Bila kes li qisûrê nenêre, bi şev mafê kesî nîne ku kesî nerehet bike.”

Erdogan destnîşan kir, dê sînordarkirina geştên di navbera parêzgehan û otubus û otomobîlên nav bajêr de jî bi dawî bibe. 

Derbarê derzîkirina welatiyên Tirkiyê de jî Erdogan eşkere kir: "Ji îro şûn de, hejmara dozên derziya ku hatiye bikaranîn gihîştiye derdora 43 milyon doz. Li gor hejmara akinciyan, di nav welatên cîhanê de em yek ji wan welatan in ku di hefteyeke dawî de herî zêdetir derzî daye welatiyan. Di çarçoveya xebatên derzîkirinê de me temenê derzîkirinê aniye 30î û xebatên me berdewam in. Armanca me ew e ku di nava çend hefteyan de hemû nifûsa xwe ya di ser temenê 18 salî re derzî bikin.”