Erdogan: Em di meha Adarê de li 11 bajaran dest bi çêkirina xaniyan dikin...

20 sibat 2023 23:27
Erdogan: Em di meha Adarê de li 11 bajaran dest bi çêkirina xaniyan dikin...

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 20ê Sibatê li bajarê Hatayê navenda kordînasyonê ya AFADê axivî û ragihand, ew dê di meha Adarê de dest bi çêkirina bo mexdûrên erdhejê bikin û got, wê avahiyên nû 3-4 qatan derbas nekin.

Erdogan di axaftina xwe de behsa dabînkirina alîkariyan û vehewandina ziyandîtiyên erdhejê kir û li ser avakirina xaniyên nû bo mexdûrên erdhejê yên avahiyên wan herifîne got, ew di meha Adarê de dest bi çêkirina xaniyan dikin.

Li gorî daxuyaniya Erdogan, wê li Hatayê 40 hezar û 426, li Mereşê 45 hezar û 67, li Semsûrê 25 hezar û 882, li Dîlokê 18 hezar û 544, li Meletî 44 hezar û 770, li Osmaniye 9 hezar û 550, li Diyarbekirê 6 hezar, li Rihayê 3 hezar, li Xarpêtê 3 hezar û 750, li Edene 2 hezar û 500, li Kilîsê 250 xanî bên çêkirin.

Herwiha Erdogan, got ku ew dê avahiyên nû dor cihên çiyayî çêbikin û niha şêwra pisporên erdhejê, mamosteyên jeofîzîk, jeoteknîk, jeoloji û sismolojiyê werdigirin.

Erdogan got ku heta niha enqazên li nêzî 21 hezar avahiyên hilweşiyayî, zêdetirî 71 hezar beşên serbixwe hatine rakirin.

Hêjayî gotinê ye, pispor û zanyarên erdhejan hişyarîyê didin ku avakirina xaniya heta demekê dest pê neke, ji ber ku hîn erdzemîn rûneniştiye û erdhejên domahîk jî berdewam dikin.