Erdogan: Eger Eurofighter nedin me cîh hene em ji wan bikirin
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li ser kirîna balafirên Eurofighter Typhon axifî û got eger Almanya razî nebe û balafiran nefroşe me, ciyên din hene ku ew ji wan bikire.
Erdoğan ragihandina xwe di wexta ji Almanya dadigeriya di balafira serokkomariyê de ji rojnamevanan re kir. Erdoğan weha got:
“Şansolye qet behsa balafirên Eurofighter nekir. Yanî negot wê bidin an nedin. Şirove nekir. Ji xwe me bersiva xwe bi zelalî da. Balafiran bidin me ji xwe wê bidin. Eger nedin, me ciyê em ê jê bikirin qêy tinene?
Hun dizanin, Amerîka sîstema hewayî neda me. Me ji Rûsyayê S-440an kirî. Niha S-400ên me hene. Em ê bi awayekî xwurttir rêya xwe dewam bikin. Em di rêya xwe de diçin û em ê dibin welatekî ku çekên xwe hildiberînin. Ji bo balafirên şer jî sîlihên xwe hildiberînin û em hilberînê dikin mayînde.”
Niha Îngîltere û Îspanya dixebitin da Almanya di mijara balafiran de razî bikin. Balafirên Eurofighter Typhon ew balafirin ku nesla 4.5 in. Hilberîna wan Yekîtiya Awrûpayê dike. Bi pir armancî tên bikaranîn, bi cot motorin, perên wan delta ne û rola wan ya şer zêde ye. Şeklê çêkirina wan Fransiz Dassault Rafale, Saab Gripen a Îsveçî ne û modela wan Rûs MİG 1.44 weka bingeh qebûl kirine û çêkirine. Tevgera wan bilez û sîstema wan ya elektronîka pêşkeftiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin