Erdogan di rêya têlefonê de bi serokwezîrê Îngîltere re xeber da

02 berfanbar 2022 22:59
Erdogan di rêya têlefonê de bi serokwezîrê Îngîltere re xeber da

PeyamaKurd – Serokê komara Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi telefonê bi serokwezîrê Îngîltere (UK) bi Sunak re xeber da. Di axaftinê de her dû lîder li ser bazirganiyê, sanayiya bergiriyê û behsa têkiliyên Tirkiyê û Îngîltere kirin. Serokkomariya Tirkiyê ragihand ku Erdoğan di axaftina xwe de gotiye ku her dû welat jî endamên NATO ne û divê di têkiliyan de xweşbînî û nêrîna stratejîk serdest be.

Di axaftina her dû lîderan de li ser mijarên herêmî, li ser mijara amadekirina zemîna muzakereyên navbera Rûsya-Ûkraynayê axifîn û bûn hemfikir ku dê ev xebat ji bo berjewendiyên temamê terefan be.

Mijara gavavêtina di babeta Kibrisê de, mijareka dinê ya axaftina her dû terefan bû. Ji mêj de heremekî Kibrisa Rûman heya niha para Îngîltere ye û Îngîltere di mijara garantoriya Rûman de terefekiye.