Erdogan: Di nêz de em kîlîdê li herêma Pençe-Kilidê dixin

13 tîrmeh 2024 21:41
Erdogan: Di nêz de em kîlîdê li herêma Pençe-Kilidê dixin

PeyamaKurd – Li Zankoya Bergiriya Netewî ya Tirkiyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoağan di merasima derçûna sûbayan (zabitan) de axifî û got:

“Bi xêra hêzên me yên asayîşê yên qehreman, me gelek serheftinan bidest xist. Rêxistin, di seha Iraq û Sûriyê de gelek zor gihayê. Di nêz de em kîlîdê li herêma tevgera Pençe-Kilidê dixin…

Rêxistin nema dikare di nav sînorên me de tevbigere. Em bi polîs, leşker, cendirme û îtîxbarata xwe ve nahêlin bêhnê bistînin. Derbên ji dil li wan dixin…Li ser xetta Iraq û Sûriyê em nahêlin tevgerên ji Tirkiyê re bibin tehdîd biqewimin… Me biryarê daye û em astengiyan jî dizanin.”