Erdogan bi serokwezîrê Pakistanê bi Serîf re axifî

27 tebax 2022 23:08
Erdogan bi serokwezîrê Pakistanê bi Serîf re axifî

PeyamaKurd – Ji serokkomariya Tirkiyê hat ragihandin ku serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê bi serokwezîrê Pakistanê bi Şahbaz Şerîf re axifiye. Li gor agahiyan; Erdoğan bi sedema bobelata barana Musonan ku bûye sedema lehiyê û di lehiyê de gelek kes li Pakistanê mirine, sersaxiyê daye Şerîf.

Erdoğan her weha ji serrokwezîr re ragihandiye ku Tirkiye her wext amade ye da alîkariyê bide xelkê Pakistanê.