Erdogan bang li welaten misliman kir: Divê em li dijî Îsraîlê hevpeymaniyekê ava bikin
PeyamaaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Divê welatên Misliman, li dijî 'gefa belavbûna mezin a Îsraîlê' hevpeymaniyekê ava bikin.
Ev daxuyaniya Erdogan, piştî ragihandina berpirsên Filistînî û Tirk a ku roja Înê jineke Amerîkî ya bi eslê xwe Tirk ku di meşa li dijî berfirehkirina Îsraîlê ya jîngehên nû ya li Şerîa Rojava, ji aliyê hêzên Îsraîlî ve hat kuştin, hat.
Erdogan di axaftina xwe ya di 21emîn Kongreya Îmamxatîpê ya ku li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê hate lidarxistin de wiha got: "Yekane gava ku wê pozbilindiya Îsraîl, zilm û terorîzma dewleta Îsraîlê bisekine, hevpeymaniyeke welatên misilman e."
Erdogan destnîşan kir ku wê gavên dawî yên Tirkiyeyê yên ji bo başkirina pêwendiyên xwe yên bi Misir û Sûriyeyê re, "li hember gefa belavbûna Îsraîlê ya ku her diçe zêde dibe" xeteke hevgirtinê ava bike.
Erdogan hefteya borî li Enqereyê bi hevtayê xwe yê Misrê Ebdulfetah Sîsî re civînek pêk anîbû.
Di serdana yekem a serokomarekî Misrê ya ji bo Tirkiyeyê ya piştî 12 salan, şerê li Xezzeyê û rêyên sererastkirina pêwendiyên sar ên demdirêj ên Tirikey û Misirê hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin