Erdogan bang li Joe Biden kir ku li Sûriyê bi wan re bixebite...

15 adar 2021 15:51
Erdogan bang li Joe Biden kir ku li Sûriyê bi wan re bixebite...

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya derbarê şerê 10 salan ê Sûriyê de bang li Serokê Amerîkayê Joe Biden kir ku li Sûriyê li şûna Kurdan ango YPG/HSDê bi wan re bixebitin.

Erdogan beriya axaftina xwe ya îro Duşemê jî ji Bloombergê re nivîsek nivîsandiye û tê de jî ji rêveberiya Amerîka xwestiye alîkariya YPGê bidawî bînin û pêwîste bi wan re kar bikin.

Erdogan di axaftina xwe ya îro de dibêje, bila rêveberiya Biden sozên ku dane bicih bîne û li Sûriyê bi wan re bixebite ku ew dikarin bi hev re trajediya li Sûriyê bidawî bînin û demokrasiyê biparêzin.