Erdogan: Artêşa Sûriyê ezmuneke serkeftî da
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro Duşemê 19ê Çileyê piştî civîna kabîneya xwe, derbarê êrîşên artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyê bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û deverên kontrola wê daxuyanî dan.
EuronuNews- Serokomarê Tirkiyê îdia kir, “Artêşa Sûriyeyê li bakurê Sûriyeyê tevê provokasyonên yekîneyên çekdar jî bi fermandariyeke rêkûpêkî tevgeriyaye û ezmuneke serkeftî daye û nehiştiye ku bi çalakiyên xwe ji mafdarbûna neheq derkeve.”
Herwiha Erdogan got: “Em wekî birayê gelê Sûriyê yê cîran û dostê rojên reş, em qet destûrê nadin ku ti hewldaneke sabotekirinê pêk were. Sûriye, bi Ereb, Tirkmen, Kurd, Nuseyyrî, Sunî û Durziyan ve ya her kesî ye. Bi hemû pêkhateyên xwe ve ya Sûriyan e.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin