Erdogan: 200-250 hezar penaber ber bi sînorê me ve ketine tevgerê

02 rêbendan 2020 19:14
Erdogan: 200-250 hezar penaber ber bi sînorê me ve ketine tevgerê

PeyamaKurd  - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li koşka serokomariya welatê xwe gotarek li Sempozyûma Bajarvanî û Ewlekariyê pêşkeş kir.

Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa parêzgeha Idlib a Sûriyê û got ku 200-250 hezar penaber ber bi sînorê ve ketine tevgerê û diyar kir, “Em bi tevdîran hewil didin bidin rawestandin, lê zehmet e û însan li hemberê we ne.”

Erdogan da xuyakirin ku li Tirkiyê 4 milyon Sûriyeyî bi tevahî 5 milyon penaber li 81 bajaran hene ku Tirkiye jî hembêza xwe ji wan re vekiriye.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye bi ketina bajarên Serêkaniyê û Girêspî yên Rojavayê Kurdistanê re, hewil dide bi navê herêma ewle bajaran ji penaberên Sûriyê re ava bike ku xelkê resen yên wan herêman jî bi tundî li dijî vê derdikevin û wekî qirkirina etnîkî bi nav dikin.