Erdheja Çînê: Hejmara mirîyan gihîste 149an
25 berfanbar 2023 17:39
Peyama Kurd - Li Çînê, di encama erdheja bi mezinîya 6.2 pileyî da herî kêm 149 kesan jiyana xwe ji dest da û 781 kes jî birîndar bûn.
Ev erdheja pile bilind, li parêzgeha Gansûyê ku piraniya şênîyên wê mislimanên Hûî ne pêk hatibû.
Çapemenîya Çînê ragihand ku di vê erdheja ku mezintirîn erdheja salên dawîbûye de hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye gihîştiye 149an.
Çapemenîya fermî jî ragihand ku ji 200 hezarî zêdetir xanî û avahî rûxîyane û 15 hezar xanî û avahî jî li ber rûxanê ne.
Her wiha hate gotin ku nêzîkî 145 hezar kes jî bê cî û war maye.
Jêderên herêmî jî dan zanîn ku herî kêm du kesên din jî wunda ne û kom û tîmên hawarê di lêgerîna rizgarkirinê de ne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Di erdheja Myanmarê de hejmara miriyan zêde bû
03 nsn 2025
Cîhan
Erdheja li bajarê Xoy ê Rojhilat: Hejmara birîndaran zêde bû
25 adr 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin