ERDHEJ | "284 kes mirin û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne"

06 sibat 2023 16:06
ERDHEJ | "284 kes mirin û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne"

PeyamaKurd – Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand, di erdhejê de 284 kes mirin û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne.

Li navçeya Pazarcika Mereşê bi hêza 7,4 erdhejek pêk hat. Erdhej bi taybetî li Dîlok, Diyarbekir, Adiyaman, Meletî, Elezîz, Sêwas, Riha, Hatay, Mêrsîn, Edene û Osmaniyeyê li gelek bajaran hat hîskirin.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ku civîna çapemeniyê li dar xist da zanîn, di erdhejê de hezar û 710 avahî hilweşiyane, 284 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne.

Oktay got, "Li Mereşê me 70 welatiyên xwe winda kir. Em texmîn dikin ku ev hejmar wê zêde bibe. Dîsa li Mereşê 200 birîndar û 300 avahî hilweşiyan. Heta niha 284 kuştî û 2 hezar û 323 birîndar hene. Bi tevahî 1710 avahî wêran bûne."

Oktay got, "Li Dîlokê 80 kuştî û 600 birîndar hene, 581 avahî jî hilweşiyane. Li Kîlîsê 8 wenda û 200 birîndar hene, 50 avahî hilweşiyane. Li Edeneyê 10 wenda û 118 birîndar hene, 16 avahî hilweşiyane. 47 kuştiyên me hene, 550 birîndar û 300 jî wêran bûne, avahiyek me wêran bûye."

Oktay derbarê erdhejên piştî erdhejê da agahî da û wiha got: "Heta niha 78 erdhejên paşerojê hene û 8 erdhejên me yên herî mezin 6,6, ji 3,5an mezintir û ji 5an mezintir in.