ENKSê li ser Komîteya Destûrê nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re sand
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser nebûna nûnertiya Kurdan di Komîteya Destûra Sûriyê de nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku heger nûnertiya Kurdan nebe ti encamek ji karê komîyê dernakeve.
ENKSê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re nameyek şand û xwest hejmara Kurdan di wê komîtê de bê zêdekirin, bi taybetî jî di komîta biçûk (komîta nivîsandina destûrê) de.
Endamê Komîteya Navendî Ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî ji K24ê re li ser komîteya destûrê ragihandiye: “Rêjeya Kurd di Komîteya Destûrê de kêm e. Em dibînin heger piştevaniyeke navdewletî ji bo pêkanîna destûra Sûrî hebe, wê demê emê bizanin ku mafê gelê Kurd dê were çespandin. Tevî wê jî, me nameyeke nerazîbûnê radestî Sekreterê Giştî yê NY kiriye, ji bo hejmara Kurdan di wê komîtê de bê zêdekirin, bi taybetî jî di komîta biçûk (komîta nivîsandina destûrê) de.”
Siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, heger Kurd bi yek şanda nûnertiya hemû aliyên siyasî bike beşdarî civînên li ser pêşeroja Sûriyê nebin nikaribin ti mafan bidest bixin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin