ENKS: Ji bo lihevkirina bi PYDê re em pistgiriyê didin pêngava Fransayê

26 nîsan 2019 17:39
ENKS: Ji bo lihevkirina bi PYDê re em pistgiriyê didin pêngava Fransayê

PeyamaKurd - Serkirdeyê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand ku ew wek Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) piştgiriyê li destpêşxeriya Fransa ya jihevnêzîkbûna ENKS û PYDê dikin.

Fransa destpêşxerî kiriye ji bo ku aliyê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê (ENKS û PYD) jihev nêzîk bibin û Fransa bi xwe navbeynkariyê di nava wan de bike.

Mihemed Îsmaîl  ji malpera KDP.info re ragihand: “Fransa hewl dide ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê ENKS û PYD jihev nêzîk bike, ji bo vê pêngavê em wek ENKS jî piştgiriyê li Fransa dikin û em pê re ne. Her ji serî de em dixwazin navbeynkareke navdewletî têkeve navbera me de.”

Îsmaîl wiha pê de çû:

“Em bi erênî wê pêngavê dibînin, lê em nizanin qonaxa praktîkî ya destpêşxeriyê dê çawa be.. Bedîlê lihevkirinê li cem me û PYDê tune ye. Bi nêrîna me nabe êdî gelê Kurd bibe qurbanî siyaseta şaş û hêj koçber bibin."