ENKS bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re civiya

08 îlon 2021 16:57
ENKS bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re civiya
Nivîskar: Leyla Denli

PeyamaKurd – Desteya Serokatiya ENKSê, bi daxuyaniyekê da zanîn, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood ji wan re diyar kiriye, Amerîka kar li ser rawestandina binpêkirinên di derheqê ENKSê de tên kirin kiriye.

Desteya Serokatiya ENKSê bi daxuyaniyekê eşkere kiriye, li ser daxwaza aliyê Amerîkî, Desteya Serokatiya ENKSê roja 7ê Îlonê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood û berpirsên dosya Sûriyê re bi awayekî online civiya.

Serokatiya ENKSê destnîşan kir: “Hood û berpirsên Amerîkî tekezî li pabendbûna Amerîka bi çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê li gor biryara navdewletî 2254 kirin.”

Herwiha da zanîn, aliyê Amerîkî piştevaniya xwe ji danûstandinên di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî (PYNK) nîşan dan û diyar kirin, ew kar li ser nehiştina astengiyên li pêş danûstandinan û rawestandina binpêkirinên ku di derheqê ENKSê de tên kirin dikin.

Ji aliyê xwe ve Desteya Serokatiya ENKSê amadehiya xwe di vê derbarê de nîşan da û tekezî li ser girîngiya yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî kir û pesnê rol û şopandina Amerêka di vê derbarê de kir.