Endamên kartelan lihev xistin: 9 kustî

12 adar 2023 03:00
Endamên kartelan lihev xistin: 9 kustî

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Michoacanê li bajarên bi navên Uruapan û Chinicuila di navbera endamên du kartelan de pevçûn derket û di pevçûnê de 9 kes hatin kuştin. Her dû teref di pevçûnê de sîlihên giran yên otomatik bikaranîn.

Di dema pevçûnê de sûcdar li ser rêyan erebeyan şewitandin da rê ji çûnûhatinê re bên girtin. Li ser bûyerê artêşa Meksîkayê û hêzên ewlehiyê yên eyaleta Michoacanê operasyonekî hevbeş dan destpêkirin. Rêvebir ragihandin ku 15 kes di operasyonan de hatine girtin û li ser wan êlekên ku gule di wan de derbas nabe hebûne. 9 kes jî di dema bûyeran de hatine kuştin.

Ji kuştiyan cesedên 6 kesan di nav erebê de û gulebarankirî hatine dîtin ku erebê hatiye şewitandin û li bajarê Uruapanê jî di pevçûnê de cenazê endamên 3 kartelan hatine dîtin.

Her 15 kesên hatine desteserkirin şandine serdozgeriya Meksîkayê.