Endamekî hêzên asmanî yên Îranê hat kustin

17 hezîran 2022 23:06
Endamekî hêzên asmanî yên Îranê hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku endamekî hêzên asmanî yên girêdayî Supaya Pasdaran a Îranê bi awayekî bi guman hat kuştin.

Li gorî zanyariyên medya Îranê doh Pênçşemê 16ê Hezîranê berpirsekî Hêzên Asmanî yên Yekîneya Supaya Pasdaran bi navê Vehab Feramerziyan bi awayekî bi guman hatiye kuştin û ti daxuyaniyeke fermî jî derbarê kuştina wî de nehatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye, 12ê Hezîranê jî berpirsekî din bi navê Mihemed Ebdus li bajarê Siminanê û Elî Kemanî li bajarê Bane ku di Yekîneya Esmanî yên Supaya Pasdaran bûn hatibûn kuştin.

Heta niha hejmarek berpirs û fermandarên Yekîneya Supaya Pasdaran a Îranê li deverên cuda bi awayekî bi guman hatine kuştin û derbarê wan de ti daxuyanîyek nehatiye dayîn.