Endamê xwekuj ê DAISê yê di lêpirsîna Komkujiya Garê ya Enqereyê de hat berdan
PeyamaKurd – Hat zanîn, endamê DAIŞê yê xwekuj Ahmet Arîf Dag ê di lêpirsîna Komkujiya Garê ya Enqereyê de navê wî derbas dibe, piştî hatiye desteserkirin, hatiye berdan.
Li gor nûçeya Omer Çelik a di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye belavkirin, Ahmet Arîf Dag ê ji Çewligê hêj 21 salî di sala 2018an de bi çar hevalê xwe re tevlî DAIŞê bûye. Li gor bavê wî Fatîh Dag derbarê kurê xwe de dabû zanîn, Ahmet Arîf Dag di 28ê îlona 2017an de gotiye “ez diçim seyranê” û carek din venegeriya ye û bavê wî bi mehan şûn ve xwe digihîne şopa wî.
Ahmet Arîf Dag, niha 24 salî ye destnîşan kiriye ew bûye xwekujê DAIŞê û pêkan e êrîşa xwekuj pêk bîne. Navê Ahmet Arîf Dag di lêpirsîna Komkujiya Gara Enqereyê ve di 10ê Cotmeha 2015an de ji aliyê DAIŞê ve pêk hat derbas dibe. Dadgeha Cezayê Giran a 4emîn a Enqereyê, têkildarî Komkujiya Enqereyê doz vekir û danişîna dozê di 7ê mijdara 2016an de dest pê kir. 16 bersûc firar in û 19 girtî ne û bi giştî 36 bersûc tên darizandin. Dosyeya bersûcên firar ji dosyeya bersûcên girtî hatiye veqetandin. Dadgehê ceza dabû bersûcên girtî û di cotmeha 2020an de cezayê van bersûcan hatibû erêkirin.
Herwiha Ahmet Arîf Dag, Mucahît Atli, Samet Berdîbek bi bersûcên doza Komkujiya Enqereyê Mehmetdîn Baraç ê nasnav “Omer Hattab” re, di Adara 2016an de, li Çewligê tên binçavkirin û piştî îfadeyan bi biryara kontrola edlî tên berdan. Piştî tên berdan tevlî DAIŞê dibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin