Endamê Ofîsa Ragihandinê û Rêxistina Asûrî hat revandin

04 hezîran 2021 13:34
Endamê Ofîsa Ragihandinê û Rêxistina Asûrî hat revandin

PeyamaKurd –  Endamê Ofîsa Ragihandinê û Rêxistina Asûrî Husam El Qess hat revandin.

Eniya Aştî û Azadiyê do bi daxuyaniyekê diyar kir, komeke çekdar îro piştî nîvro 3yê Hezîrana 2021ê li bajarê Dêrikê, Endamê Ofîsa Ragihandinê û Endamê Rêxistina Asûrî Husam El Qess revandine û ew birine cihekî nediyar.

Eniya Aştî û Azadiyê dide zanîn: “Em vê kiryara dijminkarî û revandina hevalê me ku li dijî qanûnê ye, şermezar dikin û berpirsyariya vê kiryarê di stûyê Rêveberiya Xweser de ye, ji ber ku Rêveberiya Xweser di pratîkê de li vê deverê xwedî desthilat e û ji ewlehiya jiyana welatiyên me berpirsyar e.”

Herwiha hat eşkerekirin: “Em daxwaza azadkirina Husam El Qess û radestkirina tawanbaran bo dadgehê dikin.”

Eniya Aştî û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî ye di navbera hêzên Sûrî yên hewl didin sîstemeke firehalî, nenavendî li Sûriyê ava bikin. Bi armanca dîtina çareseriyeke siyasî ya giştgîr û li gor biryarên navdewletî ji Sûriyê re û pêwendiyê bi opozîsyona Sûriyê û aliyên herêmî û navdewletî re dike.