Endamê Kongreya Amerîkayê: Têkiliyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê gelek bas in
12 tebax 2023 18:35
PeyamaKurd – Endamê Kongresa Amerîkayê Glenn Grothman ragihand, ku pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê gelek baş in û ew dixwazin ev pêwendiyên bi sedsalan berdewam bin.
Grothman got, “Ez ji hemû gelê Kurdistanê re pêşerojeke bi hêvî dixwazim. Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê re niha gelek baş in. Ez hêvî dikim ku ev têkilî bi sedsalan bidome. Girîng e peywendiyên baş di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hebin.”
Grothman diyar kir, li Amerîkayê bi Kurdên koçber re hevdîtin pêk aniye û ew mirovên gelekî baş in û got, "Ew ji bo welat dewlemendiyek in. Hêvîdar im têkiliyên aborî zêdetir pêşbikevin. Kurdistan dê di pêşerojê de bihêztir bibe."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin