Encumena Dadweriya Iraqê tîmek çavdêriyê li hember sextekariya hilbijartinan ava dike

31 tebax 2021 15:01
Encumena Dadweriya Iraqê tîmek çavdêriyê li hember sextekariya hilbijartinan ava dike

PeyamaKurd – Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê, tîmek çavdêriyê li hember sextekariya hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê ava dike.

Navenda Ragihandina Encûmena Dadweriyê îro bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Ew tîm ji hejmarek dadwerên lêkolînê û lêkolerên dadî pêk tê û bi hemahengiya li gel hêzên ewlehiyê ve dê çavdêriya sextekariyê, kirîn û firotina kartên dengdanê bike.’’

Li gor heman daxuyaniyê, lijne dest bi kar bûye û hejmarek tohmetbar jî hatine girtin û di qonaxa lêkolîn û lêpirsînê de ne.’’

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê, hişyarî da namzedên hilbijartinê û da zanîn: ‘‘Her kesekî fikir li bikaranîna rêyên neyasayî ji bo dengkomkirinê bike, ‘‘dê tedbîrên herî tund ên yasayî li hember wê bên girtin.’’

Biryar e hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê, roja 10.10.2021ê birêve biçe.