Encûmena Aborî û Civakî Îran ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî derxist
PeyamaKurd – Îran bi piraniya dengan ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî hat derxistin.
Li gor zanyariyan, do 29 welatan deng li ser reşnivîsa derxistina Îranê ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî dan û di encama piraniya dengên Nûnerên Encûmena Aborî û Civakî, Îran ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekgirtî hat derxistin.
Hat diyarkirin, 29 welatan deng dane, 8 welat red kirine û 16 welatan jî deng nedane.
Li gor raporta Navenda Mafên Mirovan a HRANA, ji 16ê Îlonê heta 25ê Mijdara 2022yan, ji ber canjidestdana Jîna Emînî ku ji aliyê Polîsê Exlaqê ya Îranê ve hatibû desteserkirin û pişt re can dabû, xwepêşandan li 156 bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin encamdan û ji ber karvedanên tund û teqeyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve, 448 xwepêşanderan can dan ku ji wan 63 kes zarok in.
Herwiha hat eşkerekirin, 18 hezar û 170 xwepêşander jî hatin desteserkirin û herwiha li gor zanyariyên HRANA, li 143 zanîngehan kombûn û xwepêşandan hatine kirin û 565 xwendekar jî hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin