Encama testa covid-19 a Trump derket

15 adar 2020 11:22
Encama testa covid-19 a Trump derket

PeyamaKurd – Encama testa vîrûsa korona Covid-19 ya Serokê Amerîka Donald Trump ku doh ragihandibû wî ew test çêkiriye, derket.

Hekîmê Koşka Spî Sean P. Conley bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, doh bi şev piştî hevdîtina ligel Trump, serok biryar daye testa xwe çêke û got, “Îşev min agahî stand ku encama testê negatîv derketiye.”

 Conley herwiha diyar kir ku di Serokê Brezilya û şanda wî de ku hefteya borî bi Trump re hevdîtin kiribûn re jî hêj diyardeyeke hebûna coronavîrûsê derneketiye û ew ligel Saziya Pêşîlêgirtina Nexweşiyan û Kontrolê ya Amerîkî (CDC) û Tîma Têkoşîna Vîrûsa Koronayê ya Koşka Spî re xebateke nêzîk dikin.

Hêjayî gotinê ye, hefteya borî piştî ku testên 4 rayedarên Brezîlî pozîtîv derketibûn, bendewarî dihat kirin bê Trump jî wê testê çêdike yan na.