Encama hilbijartinan buhayê Lîrayê Tirk daxist: Dolar bû 32.44 lîra
01 nîsan 2024 14:23
PeyamaKurd - Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê nirxê Lîrayê Tirk li hemberî diravên biyanî daket û dolarek bû 32.44 û euro jî bû 34.97 lîrayê Tirk.
Roja îniyê buhayê dolarekî bi 32.38 Lîrayê Tirk bû û aborîzanan pêşbînî dikirin ku piştî hilbijartinan buhayê Lîrayê Tirk dakeve.
Weke pêşbîniya aborîzanan, di yekem roja hefteyê de bi vebûna bazarên fînansê yên Tirkiyeyê re, Lîrayê Tirk li hemberî dolarê Amerîkî zêdetir daket û gihişt 32.44 lîrayan.
Herwiha euroyek jî bi 34.97 Lîrayê Tirk tê firotin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Buhayê Lîrayê Tirk her diçe kêm dibe
29 tbx 2024
Kurdistan
Dawîtirîn agahî li ser buhayên dirav û zêr li bazara Tirkiyê: Daketin!
30 cot 2025
Cîhan
Komîsyona Hilbijartinan: Ti guhertin di encaman de nehatiye kirin
29 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin