Encamên destpêkê yên dawî yên dengdana taybet: PDK yekem e!

19 cotmeh 2024 11:59
Encamên destpêkê yên dawî yên dengdana taybet: PDK yekem e!

Encamên destpêkê yên dawî yên dengdana taybet: PDK yekem e!

PeyamaKurd – Encamên destpêkê ji sedî 80ê dengên taybet ên hilbijartinên parlemana Kurdistanê diyar bûn. PDKyê 65 hezar deng bi dest xist.

Wêneya mezin: 215 hezar û 960 kes li her çar parêzgehan Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce mafê dengdanê hebûn, rêjeya beşdarbûna giştî zêdetirî 97%, bû. Hewlêr: 97%, Silêmanî: 97%, Dihok: 98% û Helebce: 96%. Bi giştî 208 hezar û 521 hilbijêran dengên xwe bikar anîne.

Ji agahiyên bi dest ketî, encamên % 80ê dengan jî wiha ne:

PDK: 65.000 deng

YNK: 39 hezar û 823 deng

Newê Niwê: 9 hezar û 22 deng

Yekgirtû: 2.348 deng

Gorran: 405 deng

Rewtî Helwêst: 2037 deng

Komellî Dadgerî: 1,979 deng

Bereyî Gel: 1869 deng

Her weha zêdeyî 30,000 deng jî hatine betalkirin.