"Em pistgiriyê didin mîsyona UNAMI li Iraqê"

14 gulan 2024 13:39
"Em pistgiriyê didin mîsyona UNAMI li Iraqê"

PeyamaKurd – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel tekez kir ku ew ê piştevaniya şanda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê (UNAMI) bikin.

Patel doh bal kişande ser wê yekê ku welatê wî wê di civîna çapemeniyê ya îro de piştgiriya nûneratiya UNAMI li Iraqê bike, Patel got: Em li gel hikûmeta Iraqê û endamên encûmena asayîşê kar dikin ji bo dabînkirina pêwîstiyên gelê Iraqê û temamkirina kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Iraq û Kuwêtê de bi awayeke berpirsane.

Di peyama ku di 10ê Gulanê de li ser navê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hatibû şandin de, banga bidawîkirina mîsyona UNAMI ya li welêt hat kirin.