Elîxan Îsmaîlov, car din bû Serokwezîrê Kazakîstanê

30 adar 2023 17:30
Elîxan Îsmaîlov, car din bû Serokwezîrê Kazakîstanê

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Serokatiya Kazakistanê, Serokomar Kasim Comerd Tokayev, pêşwaziya Serokê Partiya Amanat Yerlan Koşanov kir. Her wiha hat zanîn ku di vê hevdîtinê de navê ku dê serokwezîrtiyê bike, hatiye diyarkirin.

Koşanov diyar kir ku di hevdîtinê de wan biryar daye ku ji bo kursiyê serokwezîrtiyê, Elîxan Îsmaîlov destnîşan bikin.

Serokomarê Kazakîstanê Tokayev, piştre li avahiya parlamentoyê bi serokên 6 partiyên siyasî yên li Meclisê hat cem hev û bi namzedê serokwezîrtiyê re şêwirîn.

Hat ragihandin ku piştre Tokayev ku beşdarî rûniştina giştî ya Meclîsê bû û navê Îsmaîlov pêşkêşî serokwezîrtiyê kir.

Hat diyarkirin ku ji 97 parlamenterên ku beşdarî dengdana ji bo serokwezîrtiya Îsmaîlov bûn, 82 parlementeran dengên ‘erê’ û 7 jî dengê ‘na’ dane. 8 parlamenterên din jî bêalî mane û bi vî awayî Îsmaîlov car din bûye serokwezîr.