Elî Bapîr naveroka nameya xwe ya ji bo Ehmed Sera wesand
PeyamaKurd – Serokê Komeleya Dadweriya Kurdistanê (Komel) Elî Bapîr peyamek ji serokê nû yê Sûriyê Ehmed Şera re şand û tê de kêfxweşiya xwe piştî rûxandina rêjîma Esed nîşan da.
Elî Bapîr naveroka peyama ku piştî rûxandina rejîma Esed li Sûriyê ji Ehmed Şera re şandibû, bi kurdî û erebî belav kir.
Bapîr kêfxweşiya xwe ya ji şandina nameyê anî ziman, ji ber serkeftina Şera ya "li dijî rejîma dîktator a hilweşiyayî" pîroz kir.
Elî Bapîr tê de diyar kir, "Em hêvîdar in ku ev meşa berhemdar berdewam be ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê û dabînkirina mafên hemû welatiyan, di nav de Ereb, Kurd û hemû gelên welat."
Bapîr derbarê peyamê de wiha got: “Em dixwazin gelê me yê Kurd di çarçoveya rêveberiya pêşerojê ya di bin pêşengiya we ya biaqil de hebe û mafên xwe bi dest bixe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin