Elî Bapîr: Kiryara PKK ne Kurdîniyê

29 rêbendan 2019 22:53
Elî Bapîr: Kiryara PKK ne Kurdîniyê

PeyamaKurd- Serokê partiya Komel (Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê) Elî Babîr bo hebûna PKKê ya li başûrê Kurdistanê bertek nîşan da û got:

“Kiryarên PKKê yên li başûrê Kurdistanê divê ne di çarçoveya Kurdîniyê de lê di çarçoveya azadiyê û mafê mirovan de bê şirovekirin.”

Elî Bapîr di ser hesabê xwe yê medya civakî de vîdeoyekî belav kir. Bapîr di vîdeoyê de weha got:

“Şiyanên me hene ku em welatê xwe îdare bikin. Bo çi PKK ji Qendîl û Sûriyê tê me îdare dike! PKK xwe daye Şengalê. Qey pêşmergeyên Êzîdiyan tine ne? Şengal perçeyekî ji Kurdistanê ye. Bi wê sedemê hêzên ku li Şengalê cî bigrin divê bi ser herêma Kurdistanê ve bin û meşrû’ bin. Eger PKK bêje ku ew li wê derêye û li kesekî guhdarî nake, ev nayê qebûlkirin. Yek here Qendîlê dikare bêje ez li PKKê guhdarî nakim. PKK yekser dest datîne ser nasnameya wî.”

PKK