Elawî bi peyameka pîrozbahî li  Mesrûr Barzanî kir

14 hezîran 2019 10:28
Elawî bi peyameka pîrozbahî li  Mesrûr Barzanî kir

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Wetenîye ya Iraqê Eyad Elawî bi minasebeta hilbijartina Mesrûr Barzanî wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameka pîrozbahiyê belav kir.

Di peyama xwe da Eyad Ellawî gotiye: “Cenabê te bi minasebeta wergirtina wê baweriya Parlementoya Kurdistanê hilbijartina serokweziriya Herêma Kurdistanê pîroz dikim.”

Herwiha di berdewamiya peyama xwe da Ellawî amaje bi wê yekê kiriye û hêvî xwestine ku di serdema Mesrûr Barzanî da berjewendiyên xelkê bihêne parastin û pirsên heyî bihêne çareserkirin.

Di dawiya peyama xwe jî da Ellawî ji Mesrûr Barzanî ra wiha gotiye: “Xwe serkeftî bike û rêya te pirr bixêr û bereket be û ezîz bimînî.